Hemleya rêxistinî ya ku Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD destpêkiriye li herêm û kantonan û li dar xistina civînên rêxistinî berdewam e.
Di hemn çarçoveyê de Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demorat PYD duh roja Şemiyê 9’ê Gulanê serdana navçeya Eyn Îsa kir û civîneke rêxistinî ji rêveberiyên partiyê re li dar xist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdên azadiyê, piştre berdevka Meclisa Jin Zehra semo li ser rola jinê û xebata wê axivî.
Semo di gotina xwe de îşaret kir li ser berpirsyariya ku jinê hilgirtiye tevî êşên ku dikşîne ji civakê bi taybet tiştê têkildarî adat û urfên ku civaka baviksalarî ferz kirbû li ser jinê.
Wiha lê zêde kir: Divê jin bê xurtkirin ji hêla siyasî û xwedî îradeyek xurt be, mînaka herî mezin ji jina azad ya ku têkoşîn kir ji bo bighêjin azadiyê û ji zihniyeta Baviksalarî xelas bibin.
Di dawiya civînê de deriyê nîqaşê hat vekirin li pêşiya rêveberiyan li ser rewşa rêxistnî û mekenîzmeya karê jinê û çawaniya pêşketina karê rêxistinî û ramanî di herêmê de.