Endamên Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Reqayê beşdarî semînerek diyalogê bû, ya ku nivîsgeha Jin di Meclisa Sûriya Demokratîk organîz kir.
Nûnerên ji mecalis, nivîsgeh û desteyên jin ên bakur û rojhilatê Sûriya beşdarî semînerê bûn.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan.
Piştre semîner ji hêla berdevka nivîsgeha jin di Meclisa Sûriya Demokratîk Debiye El- Nasir hat dayîn li ser roja cîhanê ya jinan, piştre deriyê nîqaşê hat vekirin li pêşiya beşdaran li ser destkeftiyên jin li bakur û rojhilatê Sûriya.