ÇalakîJinManşêt

Meclisa Jin a PYD’ê bi rêveberiyên partiyê re li Minbicê dicive

Bi berdewamiya hemleya rêxistinî ya ku Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat de destpêkiriye, Meclisa Jin vê sibehê serdana nivîsgeha partiyê li bajarê Minbicê kir û hevdîtin bi rêveberiyan re kir.

Di der barê serdanê de rewşa jinê bi awayekî giştî hat nîqaş kirin ji hêla berdevka bi navê Meclisa Jin Zehra Semo, di nîqaşê de behsa binpêkirinên ku der heqê jinê li herêmên dagirkirî pêk tê, kirin her wiha îşaret kir li ser çawaniya çalakirina rola jinê û belavkirina ramanê rêxistinê û kordînasyona di navbera jinên Eşîrên Ereb bi taybet.

Semo li ser adat û urfên ku jinê qeyd kiriye axivî, û çawa ku karîbû van qeydan bişkîne di riya tevlîbûna wê li gel mêr di şer de û bi taybet tevlîbûna wê di warê siyasî de.

Semo tekez kir di riya axaftinên xwe de li ser pêwistiya jin li dora projya demokratîk a ku azadiya jinê piştrast dike bisekine.

Tekez kir li ser pêwistiya belavkirina ramanê siyasî di navbera endamên partiyê û civakê bi awayekî giştî.

Endama Meclisa Jin Sara Xelîl jî li ser mekenîzmeya karê jinê û rewşa rêxistinî ya jinê di hundirê partiyê de axivî.

Rêveberiyên partiyê li bajarê Minbicê tekez kirin li ser bilindkirina têkoşîn û berxwedanê û berfirehkirina hewildanên gihaştina hemû jinan û beşên civakê.

   

Back to top button