ÇalakîJinManşêt

Meclisa Jin a PYD semînerek li ser tundiya li dijî jinê li kampa Waşûkanî da

Di bin drûşmeya ” Li dijî her cureyê tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî” Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi hevsengiya Kongra Star semînerek li ser tundiya li dijî jinê li kampa Waşûkanî hat dayîn.

Bi dehan ji şêniyên Serê Kaniyê, endamên saziya sivîl beşdarî semînerê bûn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir, piştre endama Meclisa Giştî ya partiyê Ahîn Elî li ser têgeha tundiya der heqê jinê pêk tê û sedemên wê axivî.

Îşaret kir ku dema tundî li ser jinê pêk tê tê îfade kirin ku ser tevahiya civakê pêk tê, ji ber ku jin civakê temsîl dike, tundî ne tenê kuştin an lêdane, lê bi awayên din tê pêk anîn weke zirara fîzîkî, zirara hestyarî, destdirêjiya cinsî, tundiya derûnî, tundiya ruhî, zirara çandî û tundiya tenduristî.

Ahîn Elî tekez kir li ser giringiya pêkanîn û xurtkirina têgeha pernesîbên malbatê û li dijî zihniyeta baviksalarî bisekinin ji bo bighêjin civakeke azad ku vîna jina azad temsîl dike.

 

Back to top button