ÇalakîJinManşêt

Meclisa Jin a PYD rêzecivînan li herêma Cizîrê li dar dixe

Di bin diruşmeya“ Têbikoşe, dagirkerî û tundiyê têk bibe” Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro Sêşemê 23’ê Mijdarê, û bi boneya roja cîhanî ya tundiya li dijî jinê rêzesemîner li navçeya Til Hemîs, û kampa Newroz li Dêrikê da.

Di destpêka semîneran de her kes ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê deqeyek rêz girtin sekinîn.

Semîner Ji aliyê “Rozelîn Bekir” endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat û “Silêman Ebûbekir” endamê Meclisa Giştî ya Partiyê li navçeya Tirl Hemîs hat dayîn.

Li kampa Newroz a bajarê Dêrikê semîner ji aliyê endama Desteya Têkiliyên Jinan a partiyê “Şediya Omer” û endamê Meclisa Giştî ya Partiyê “Sûrûr El-Şettî” ve hate dayîn.

Di semîneran de behsa tundiya li ser jinan û rêbazên tundiya fizîkî, derûnî û zayendî, urf û adetên çewt ên ku li ser jinan tên ferzkirin, hatin kirin.

Di semîneran de bal hat kişandin ser polîtîkaya zîhniyeta baviksalarî ya ku di civakê de mafên jinan nade, ew tenê tundiye li ser wê.

Di dawiya semîneran de nîqaş ji amadebûyan re hate vekirin û pevguhertina nêrîn û raman ji bo çareseriya tundiya li dijî jinê.

Back to top button