ÇalakîManşêtPYD

Meclisa Jin a PYD rêzcivîn li kantona Kobanê li dar xist

Bi berdewamiya rêzçalakiyên 8’ê meha Adarê ya ku vê salê tê li dar xistin di bin drûşmeya” Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye”, Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li kantona Kobanê duh rêzcivîn li dar xistin.

Meclisa Jin 5 civîn li van gund û taxan li dar xist (Çort, Şêran, Xermox, taxa şehîd Kawa, Kaniya Kurdan).

Tevahî civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kirin, piştre gotin bi navê Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hatin kirin, ji hêla rêveberiyên meclisa jin de” Sara Mihemed û Elmaza Romî”.

Di destpêka gotinan de li ser roja jinê ya cîhanê axivîn, û hemû gelên herêmê bi giştî û jinên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet bi vê boneyê pîrozkirin.

Her wiha di gotinan de wiha hat: Şoreşa jinê di rojava û berxwedana qehremanî û pêşengî ya jinê ev şoreş kir îlham ji hemû jin cîhanê.

Gotinan îşaret kirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê bi hemû wesîleyan kar dikin ji bo şikandina vîn û berxwedana jinê, her wiha destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bidestxistin têk bibin, lê ew binketin bi sedema vîna azad ya li cem jina Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriya.

Tekezî kirin li ser domandina berxwedan û têkoşînê û piştgiriya deng û vîna jina azad Yekîiyên Parastina Jin YPJ.

Hêjayî gotinê ku şahî û çalakiyên “Roja Cîhan ya Jinê” sînordare tenê li bajarên bakur û rojhilatê Sûriya tê li dar xistin, lê herêmên din hîn jî jin li hemberî pirsgirêkanan tê, û rewşên zehmet jiyan dikin ji ber siyasetên ku der heqê wa pêk tê li tevahiya herêmên ku hatine dagirkirin ji hêla Tirkiya û komên çeteyên girêdayî wê, her wekî din li herêmên rêjîma Sûriya êşê dikşîne ji fikra baviksalarî.

Li bakur û rojhilatê rola jinê di hemû waran de bilind bû, serkeftinan bidest xist û biryarên siyasî û aborî çêkir, û roleke giring lîst di xurtkirin û hevkariya jina Sûrî di kar de ji bo bidest xistina aramî û ewlehiyê di der barê meclisa jina Sûrî û meclisên jinan ên din ya ku bala jinan li tevahiya Sûriya û herêmên Erebî kişand.

 

Back to top button