ÇalakîManşêt

Meclisa jin a PYD civînek li herêma Reqa li dar xist

Ji bo aktîfkirina roal jin di civakê de, rêxistinkirin û bihêzkirina wan di hemû warên jiyanê de, meclisa jin a Partiya Yekêtiya Demokrat PYD civînek gelêrî ji bo jin li herîma Reqa, li taxa Intîfada li bajar, li dar xist.

Civîn ji hêla “Rîm Idrîs” endama meclisa jin di Partiya Yekêtiya Demokrat PYD de û “Necah” endama buroya jin a partiyê li herêmê hat birêvebirin, ku bi dehan ji jinên Reqayê beşdar bûn.

Di civînê de rewşên siyasî yên niha li cîhanê û li herêmê hat nîqaşkirin, bal kişandin li ser girîngiya rola jin di civakê de, çi siyasî, leşkerî û civakî be, û pêwistiya bi rêxistinbûn, hişyarkirin û bihêzkirina wan da ku bibie hêmanek bibandor di civakê de, û rola xwe ya pêşeng di hemû warên jiyanê de bigirin.

Back to top button
Close