ÇalakîJinManşêtPYD

Meclisa Jin a partiya me semînerek da li herêma Reqyê

Melisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Reqayê duh di dîroka 5ê Adarê semînerek da li ser roja cîhanê ya jinan.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê.

Piştre hevsrokê hevbeş yê nivîsgeha rêxistinî “Xazî Yasîn” semîner da li ser roja cîhanê ya jinan, piştre endama nivîsgeha jin  “Ebîer Xelîl” axivî li ser vê rojê û rola jinê di nava civakê û rêveberiyê de û êşa ku dikşîne di nava civakê.

Ebîr Xelîl tekez kir ku dewletên komploger ew in ên ku fikra desthilatdarî û hov avakirin di hişmendiya bavksalarî ji bo li ser jinan pêk bîne û dûrxistina wê ji civakê.

Di dawî de got ku em di Partiya Yekîtiya Demokrat de têkoşîna azadiya jinê bidomînin û bidestxistina wekheviya di civakê de

Piştre deriyê nîqaşê hat vekirin li pêşiya beşdaran ji bo guhdarkirina nêrîn û pêşînyarên wan li ser roja cîhanê ya jinan.

Back to top button