ÇalakîJinManşêt

Meclisa Jin a Hesekê: Têkoşîna jin li ser asta herêmê û cîhanê dîrokî ye

Di çarçoveya çalakiya cejna jinan de û di bin dirûşmeya “Em bi hev re  şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” de, meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li kantona Hesekê hemleyek ji serdanên xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nivîsgeha kantonê li dar xist û bi vê boneyê, kulan pêşkêşî wan kirin.

Di van serdanan de, rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Hesekê Samiya Ehmed axivî û got: “Ev cejn ji bo me girîng e, ji ber ku dîroka jinan tijî lehengiyên ku dîrok nemir kirine, û jina leşkerî jî di vî warî de xwedî roleke girîng e û li ser vê bingehê em wan roja cîhanî ya ku li cîhanê li jinan tê pîrozkirin, pîroz dikin.

Endama meclisa jin Ezîze Siûd ev cejn li hemû jinên cîhanê pîroz kir û di axaftina xwe de destnîşan kir ku jin di têkoşîna xwe de li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin.

Di dawiyê de meclîsa jin serdana Meclîsa kantona Hesekê kir û pîrozbahî li hevserokatiya meclîsê kir.

Şanda bal kişand ku jinan di hemû astan û qadan de gelek serkeftin bi dest xistine û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asta herêmê û cîhanê de gavên dîrokî avêt.

   

Back to top button