DaxuyanîManşêt

Me yek ji germtirîn hevalê xwe wendakir

Bi xemgîniyeke mezin me iro hevalekî kedkar, welatparêz û sozdar wenda kir.
Heval Ibrahîm Xelo ku bi her awayî, ferq ne dixist nava şev û rojê û li her qadeyê dibû dengê doza welêt û azadiya gelê xwe, iroj 6.05.21 di pêkanîna erka xwe ya wefedariya bi hevalê me û xwe Ehmed Remo re ku ew dispartên axê, di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Îbrahîm Xelo
Îbrahîm Xelo

Heval Ibrahîm, li kêleka karê xwe yê rêxistinî, tevî ku ew ne xwedî pêşeyeke hunerî bû jî, bi salane ku karê çand û hunerê li bajarê Bremena Almanya û derdora wê birêve dibir.
Di her çalakiyan de, her demê hewl dida ku wezifeya xwe bê kêmanî pêkbîne.
Ew weke parazvanê Komên hunerî û hunermendên nuhatî, li hemberî neheqiyan bê tirs diaxivî. Ji koma hunerî ya Agirê rojava re ,ne tenê rêvebir bû her weha xaleya civandina wan, alikariya mezinkirina wan weke birayekî mezin kardikir.
Di dema dawî de, di nav koma 5 kesan ku weke meclisa rêveberiya karê çand û hunerê li Elmanya hatibû sazkirin de, hatibû peywera xwe girtibû.
Mixabin, mirinê ew ji me stand.
Em wek hevalên Ibrahîm, soz didine wî ku, emê her wê armanca piroz ku ji bo wê wî bê westan kardikir, biceh bînîn.
Bi kar û xebata xwe, emê nehêlin ku cihê wî vala bimîne, her wek ku heye, di nav me de ye, emê bixebtin.
Bila cihê te buhuşt be.
Di serî de serê zarokên wî û malabta wî saxbe, serê dost û hevalên wî sax be.
Serê me û gelê kurd sax be.
Tev-Çanda Rojava li Ewropayê.
06.05.21

Back to top button