ManşêtNûçe

Malpera “Missing Afrin Women”: Di sala çûyî de 88 jin hatin revandin

Malpera “Missing Afrin Women” derbarê binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê ser jinên Efrînê di sala 2020’an de raporek amade kir.

Rapor ji aliyê aktivîsta Amrîkî, Megan Boditt, ve hat amadekirin.

Li gorî raporê di sala 2020’an de 88 jin li Efrînê hatin revandin û hat gotin ku ji wan jinek hatiye kuştin.

Ji jinên hatîn revandin 5 jinên Êzidî û 2 Elewî hene.

Ji her 88 jinên hatin revandin 35 jin hatin berdan ku ji 17 ji wan fidye hatin standin.

Her wiha hat ragihandin çeteyên Tirkiyê 6 jinên kêmî 18 salî revandin, ku yek ji wan hat berdan û agahî ji pêncên dên nayê girtin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ser 14 jinên di sala çûyî de hatine revandin êşkence li wan hatiye kirin.

Hat eşkrekirin ku destdirêjî li jinekê hatiye kirin û 2 jin jî bi darê zorê bi çeteyan re hatine zewicandin.

Ronahî

Back to top button