ManşêtNûçe

Li Zanîngeha Îlles Balears a li Palme semînerên Jineolojiyê hat dayîn

Li Zanîngeha Îlles Balears a li Palme de Mallorca ya li Girava Balear a li herêma xweser a Spanyayê semînerên Jineolojiyê hat dayîn.

Di çarçoveya projeya hevpar a ji aliyê mamostayên zanîngeha Îlles Balears û Navenda Lêkolîna Jineolojiyê ve di 1-2’ê Kanûnê de, 4 semînerên cuda li Ofîsa Xurtkirina Hevkariyê ya zanîngehê hat dayîn.

Di semîneran de perspektîfa dîroka tevgera jinên Kurd û rêbazên perwerdeya alternatîf a ji nivîsê, hatin pêşkêşkirin.

Endama Tevgera Jinên Kurd Gonul Kaya, di semînera yekem de bi sernavê “Bi perspektîfa Jineolojiyê nivîsa dîrokê” û Endama Akademiya Jineolojiyê Haskar Kirmizgul jî bi sernavê “Çima zanista dîrokê ji bo civakan giring e” semîner da.

Di semîneran de behsa dîroka tevgera jinên Kurd, hat kirin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Clara Torres bi sernavê “Nihêrtinek li rêbazê: Di rejîmên heqîqetê de Civak û Xweza” semîner da.Torres destnîşan kir ku divê ji bo fêmkirina hişmendiya civaka îroyîn, têkildarê zanistên mîtolojî, ol, felsefe û civakî yên di parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, lêkolîn bên kirin.

Gonul Kaya têkildarî nivîsîn û avakirina dîroka Tevgera Jinên Kurdistanê, îşaret pê kir ku di tevgera jinên Kurd de, pêşketineke diyalektîk a ku ji pratîkê veguheriye teoriyê, heye.

Piştre Haskar Kirmizgul jî têkildarê gundê jinan Jinwarê axivî û diyar kir ku bi vê projeyê, çanda jiyanê ya li dora jinan, ji nû ve hatiye zindîkirin.

Back to top button