ManşêtNûçe

 Li taxa zorava ya Şamê komkujiya Cindirsê hat şermezar kirin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Şamê, li taxa Zorava ya paytexta Şamê çalakiyek li dar xist û komkujiya li navçeya Cindirêsê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye, şermezar kir.

Di çalakiyê de, hevserokê Meclisa PYD`ê şaxê Şamê Fadil Bozan dauxyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komên çeteyan sûcên hovane li dijî sivîlan li Efrîna dagirkirî didomînin.

Di daxuyaniyê de komkujiya li Cindirêsê pêk hatî bi “sûcekî terorîst” hate binavkirin û hate gotin: “Pergala Tirk û komên wê yên terorîst û çeteyan û Îtîlaf berpirsên vê sûcê ne. Em bang dikin ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn. Her wiha em bang li NY û Meclisa Ewlehiyê hat kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî vekişe, lêpirsîneke navneteweyî têkildarî sûcên şer ên li dijî gelê me tê kirin, vekin.”

Di dawiya daxuyaniyê de soz hat dayîn ku heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, têkoşîn dê berdewam bike û şehîdên komkujiya Cindirêsê şehîdên Newroza 2023`yan e.

Back to top button