ManşêtNûçe

Li ser fikrê DAIŞ’ê.. li Serêkaniyê ya dagirkirî biçekirina zarokan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûrî” hîn jî li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, sûcên şer pêk tînin.

Li gorî ajansa ANHA’yê wêneyek ji hundirê bajarê Serêkaniyê bi dest xist ku zarokekî li kêleka çeteyên bi navê “Firqeya 20’ê” çek rakiriye.

Çavkaniyên taybet ên ji hundirê Serêkaniyê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên bi navê “Polîsên leşkerî” yên girêdayî wê 24`ê vê mehê li bajarên dagirkirî “Operesyona ewlehiyê” ragihand.

Di wêneyê ku hatiye kişandin de diyar dibe ku zarok di navbera 15 – 17 salî de ye, her wiha çavkaniyekî ji hundirê herêmê eşkere kir ku hejmara zarokên di nava komên çete de pir e, lê çete wan ji ber dezgehên çapemeniyê vedişêrin.

Li gorî madeya çaran a protokola girêdayî peymana “Mafên zarokan a di qanûna navneteweyî de”; nabe zarokên kêmî 18 saliyê, ji bo hêzên çekdar werin biçekirin, an jî ji bo şeran werin biçekirin. Biçekirina zarkên kêmî 15 saliyê sûcên şer e.

Hêjayî gotinê ku beriya niha jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandibû ku dewleta Tirk 150 zarokên ku temenê wan kêmî 18 saliyê ne, şandine Lîbyayê.

Back to top button