ManşêtNûçe

Li Parîsê Kurdistanî êrîşa li ser Şengalê şermezarkirin

Li paytexta Fransa “Parîsê” Kurdistanî û dostên xwe bi girseyî êrîşa balafira bêmirov û biçek (SÎHA) a Tirkan li navenda Komelgeha Xanesor a Şengalê ku Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser Merwan Bedel di encama êrîşê de şehîd bibû, hate şermezarkirin. Girse li ser banga CDK-F’ê li qada Republique hatin ba hev.

Di çalakiya şermezarkirinê de bi pankarta “Qirkirina di sala 2014’an de ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatiye bila weke ‘qirkirin’ bê naskirin û bila di navneteweyî de statuya xweser ya Şengalê were naskirin”, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPJ’ê hatin hildan, li gorî ajansa ANF.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji aliyê dewleta faşîst ya Tirk ve komkujiyên li ser Şengalê berdewam e. Divê demildest hêzên navneteweyî bertekên xwe li dijî vê nîşan bidin û berpirsyarên xwe bînin cih.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Nehlet li faşîzma AKP-MHP’ê bibe”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

Hêjayî gotinê ku Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser Merwan Bedel li Şengalê duh şehîd ket di encama êrîşa balafira bêmirov ya dawleta Tirk.

Back to top button