ManşêtNûçe

Li Nurnberg û Brukselê gel li dijî êrîşên dagirker li qadan bûn

Gelê Kurd û dostên wan li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û zextên ku Elmanya li ser saziyên Kurdan dikin, protesto kirin.

Gelê Kurd û dostên wan li Aûseplatzê hatin ba hev û mîtîngek kirin.

Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer di çalakiyê de diyar kir ku li ser Başûrê Kurdistane êrîşeke mezin a dagirker heye û got “Em bang li Elmanyayê dikin bila ji bo têkiliyên qirêj ên bi Tirkiyeyê re li hemberî kuştina gelê Kurd bêdeng nemîne. Em bang li civaka Elmanyayê dikin bila piştgiriya Elmanyayê ya ji bo dîktatoran qebûl nekin. Em jiyana azad, wekhev û li gorî mafên mirovan dixwazin. Êdî bila Elmanya çekan nede Tirkiyeyê. Bila piştgiriya ekononîk û siyasî nedin Tirkiyeyê. Ji xeynî van tiştan Elmanya digire ser sazî û komeleyên me. Em van serdegirtinên li dijî hiqûqê jî qebûl nakin.”

BRUKSEL

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Kurdistanê jî hate protestokirin. Di çalakiyê de zext û darvekirina rejîma Îranê jî hate protestokirin.

Di çalakiyê de banga yekîtiya gelê Kurd hate kirin.

Di çalakiyê de Zubeyîr Aydar li ser navê KNK’ê axivî û diyar kir ku êrîşên dagirker ên li ser Kurdistanê biryara hevpar a hêzên hegemon e. Aydar got “Gerîlayên Kurdistanê îro li ber xwe didin û divê gelê Kurd jî tevî gerîla dest bi berxwedanê bike.”

ANF

Back to top button