ManşêtNûçe

Li Katalonyayê, di semînerê de ji bo gerîlayên berxwedêr peyamek hate dayîn

Li Spanyayê, di navbera 21 û 22’yê Gulanê de li gundekî nêzî bajarê Barcelona yê herêma Katalonyayê semînera Jineolojî hate lidarxistin.

Semîner ku ji aliyê Komîteyên Jineolojî yên Ewropa û Katalonya ve hatibû amade kirin ji her dera Katalonyayê jin tevlî semînerê bûn.

Semîner li ser navê şehîd Malda Kusa ya ku li Rojava xebatên Jineolojiyê dida meşandin û di sala 2019’an de di şerê li dijî DAÎŞ’ê şehîd bûbû, hate lidarxistin.

Semîner bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan û danasîna kesayetiya şehîd Malda dest pê kir.

Semîner roja yekemîn bi mijarên danasîna dîroka Kurdistanê, kevneşopiya têkoşîna jinên Kurdistanê, dîroka tevgera jinên Kurdistanê, avakirina PKK’ê, artêşbûna jinê, teoriya qutbûnê, îdeolojiya rizgariya jinê, komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avakirina PAJK û KJK’ê dest pê kir. Di danê êvarê de jî li ser mijarên ‘Jineolojî çi ye’ û ‘çima Jineolojî’ nirxandin hatin kirin.

Semîner roja duyemîn bi rexneyên Jineolojî ku li ser zanista modern, rêbaza Jineolojiyê, civaka xwezayî û şikestinên cinsî domiya. Hêrî dawî jî karên ku Jineolojî dimeşîne, hate şîrovekirin.

Di semînerê de ji bo gerîlayên berxwedêr peyamek jî hate dayîn. Di peyamê de ev tişt hatiye diyarkirin; “Hevalên hêja yên çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji Katalonyayê em dixwazin hemû hêz û piştgiriya xwe bişînin berxwedana dîrokî ya ku hûn pêşengiya wê dikin. Axa ku em lê dijîn, bûyê şahidê cesaret û hêza enternasyonalîzmê. Li ser vê çandê em jî bi we re ne. Têkoşîna we ya bi salan veguheriye hêviya ji bo jinan û gelên cîhanê. Niha ne dema stûxwarkirinê ye, em ê we bi tenê nehêlin, têkoşîna we têkoşîna me ye. We îspat kiriye ku tu dewlet û artêş nikarin îradeya gelên azad bişkîne. Em bi hev re şerê emperyalîst a Tirkiyeyê bidin sekinandin. Bijî berxwedana gerîla.”

Semîner bi stran û govendên cihê bi dawî bû.

ANF 

Back to top button