Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk li navenda xwe ya kantona Hesekê Panêlek diyalogî bi dirûşmeya “Li dijî her cureyên tundiyê û dagirkeriyê” Jin, Jiyan, Azadî li dar xist
Di berdewamiya hemleya xwe ya li dijî tundiya li ser jinan de, Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk li kantona Hesekê panêlek diyalogê li dar xist û tê de hemû rêxistinên jinan, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, Kongara Star, Asayîş û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk beşdar panêlê bûn
panêl bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanên azadiyê dest pê kir û piştre axaftina vekirinê ji aliyê Ahîn Elî endama meclisa jin a partiyê ve hat kirin.
Panêl dê li ser du mijaran were li darxistin, ya yekem bi navê Jin Di dîrokê de û Têgeha qanûnê Malbatê wê ji hêla Feryal Ehmed endama giştî ya partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ve were dayîn.
Mijara duyemîn bi sernavê “Zihniyeta Zilam” endamê partiyê Remezan Fetah wê bide.