Çalakî

Li Helsînkiyê li dijî komployê ciwanê Kurd 42 kîlometreyan beziya

Li Helsînkiyê paytexta Fînlandiyayê, ciwanê Kurd bi navê Îdrîs Al Oso li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 42 kîlometreyan beziya.

Îdrîs Al Oso, Shevan Rasheed û Gelom Jîmhan roja Yekşemê tevî kû rewşa hewayê ya berf û sermayê jî çalakiyeke sportîf pêkanîn.

Al Oso 42 kîlometre, Rasheed 20 kîlometre û Jîmhan jî 7 kîlometreyan beziyan.

Çalakvan Al Oso diyar kir ku ew li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo protestokirina tecrîdê beziyane. Wekî din jî Al Oso diyar kir ku çalakiya wan kû tev bi bezê derbas bû bi giştî 3 saet û 40 deqîqeyan berdewam kir..

Di encaman de çalakgeran bi belavokekê li pêşiya gel xwendin û bi druşmên bijî Rêber Apo çalakiya xwe bi dawî anîn.

 

Back to top button