ÇalakîManşêt

Li Girkê Legê daxuyaniyek der barê bûyerên ku li Dêra Zorê qewimîbû hat dayîn

Îro di 24’ê Îlona 2023’an de bi sedan şêniyên Girkê Legê, gund û bajarokên girêdayî wê li qada Şehîd Xebat a rojavayê bajar kom bûn û daxuyaniya Meclîsa Navçeya Girkê Legê xwendin.

Endamê Komîteya Aborî ya bajarokê Erûr rêheval Ebdulrezaq El-Salim, daxuyanî xwend û tê de tiştên ku li Dêra Zorê qewimîn di warê plansaziya pêşwext a bûyerên ji aliyê hêzên serdest ve bi armanca ferzkirina şert û mercên xwe li ser rêveberiya xweseriya Demoqratîk, û her wiha welatên herêmê ji bûyeran sûd werdigirin da ku ajandayên xwe derbas bikin û planên xwe bi cih bînin û projeya neteweya demokratîk têk bibin, wekî dewleta Qeterê ku armanca wê avakirina wîlayeta Dêrezorê bû, Faşîzma Tirk ku dixwest zêdetir xakan dagir bike û Îran jî dixwest hebûna xwe berfireh bike û qadên El-Omer û Konîko kontrol bike.

Van dewletan leşker û çekên giran şandin ji komên ku bi navê eşîran şer dikirin re, lê hêzên QSD’ê li ser nobedê bûn û karîbûn wan koman û her kes û dewletên li pişt wan têk bibin û planên wan ên qirêj pûç bikin.

Di daxuyaniyê de her wiha xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di dirêjahiya dîrokê de û ji wan jî tasfiyekirina Partiya Demokrata Kurdistanê li Îranê hate şermezarkirin.

Û şerê wê bi Partiya Yekîtiya Kurdistanê re

Û vê dawîyê jî hewil dide ku şerê kurdan bi birayên xwe re li Rojavayê Kurdistanê gur bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû partî û kesayetên netewî yên Kurdistanî hat kirin ku li dijî planên PDK’ê yên ku tenê xizmeta dijminên Kurdan dike, rawestin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû ku her kesî hêrsa xwe li hember xiyaneta Partiya Demokrata Kurdistanê nîşan da.

Back to top button