ManşêtNûçe

Li Efrînê 60 deverên dîrokî hatin talankirin û wêrankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku kantona Efrînê dagirkirine ve, 60 deverên dîrokî û 30 mezar û cihên olî xirab kirine.

Di 2021’an de 15 dever û girên şûnwarî bi rêya maşîneyên giran wêran kirin.

Hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Kantona Efrînê Selah Sîno diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dîroka kantonê berovaj dike û wiha pê de çû: “Tirkiyê hewl dide dîroka şûnwarên li kantona Efrînê qir bike û bi rêya avakirina dîrokeke nû qirkirina etnîkî pêk bîne, hewl dide dîroka rast a Efrînê îmha bike û dîroka osmanî lê bide xuyakirin.

Sîno diyar kir ku Tirkiyê cihê dîrokî yê Nebî Horî bi maşîneyên giran wêran kir, her wiha goristana Romanî ya 650 metreyan dikeve başûrê rojavayê cihê Nebî Horî xirab kir.

Di 2019’an de, tabloyeke mûzaîk a li devera Nebî Horî ji aliyê kesê bi navê Mihemed Elûş ve ku bazirganekî şûnwaran ji Idlibê ye hate dizîn.

Li ser vê yekê, Selah Sîno got: “Bi rêya rêxistinên navneteweyî me bang li dewleta Tirk kir ku cihê tabloya mûzaîk eşkere bike, lê heya niha bersiv nehatiye dayîn.”

Derbarê devera dîrokî ya Eyn Dara jî de Sîno ev tişt anî ziman: “Gelek dîmen belav bûn, diyar dikin ku komên çete perwerdeyên leşkerî li Eyn Dara dibînin.

Her wiha komên çete Girê Cindirêsê yê şûnwarî kirin baregeheke leşkerî, têkildarî vê Selah Sîno wiha got: “Ev gir ê herî mezin li Efrînê ye, rûbereke mezin jê hate kolandin û veguherandin baregeheke leşkerî. Li gorî wêneyên satelîtê yên di 28’ê Îlona 2019’an de hatine kişandin, devera ku li ser gir hatiye kolandin bi qasî15 hektar hatiye belgekirin.”

ANHA

Back to top button
Close