ManşêtNûçe

Li Efrîna dagirkirî sûcên dewleta Tirk her diçe zêde dibin

Malpera Afrinpost diyar kir ku li Efrînê serçeteyekî DAIŞ’î yê berê niha di nav komek çeteyên dewleta Tirk de ye. Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk 3 hezar û 200 donim erdên şêniyên navçeya Şiyê desteser kirin.

Li aliyekî din, tevî ku dewleta Tirk hewl dide çeteyên DAIŞ’ê weke endamên komên çeteyên bi navê ” Çeyş El-Wetanî ya Sûrî ” xuya bike, lê tevgera wan li Efrînê eşkere dibe.

Malpera Afrinpost ragihand ku tevgera çeteyekî DAIŞ’î yê bi navê LoLo Nezîf li bajarê Efrînê zêde dibe.

Ew çete endamekî berê yê DAIŞ’ê li DêraZorê bû û niha li Efrînê serçeteyekî di nav koma ” Ehrar El-Şerqiyê de ye.

Malperê diyar kir ku çeteyê bi navê Lolo Nazîf mala şêniyê bi navê Xelîl Mihemed yê ji gundê Basûtê desteser kir û bi 3 hezar dolar firot û zêdeyî 10 malên şêniyê kurd li Efrînê desteser kirin.

Malperê xuya kir ku hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê piştî ji girtîgeh bajarê Babê yê dagirkirî hatin revandin, tevî malbatên wan li gundên Berbenê û Goliya yên navçeya Raco hatin bi cih kirin.

Li navçeya Şiyê 3 hezar û 200 donim erdên şêniyan hat desteserkirin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê ragihad ku çeteyên bi navê El- Emşat 3 hezar û 200 donim erd yên şêniyên navçeya Şiyê desteser kirin

Çeteyan erdên şêniyên bi navê Cemîl Xelîl Şêxo, Yuisif Memo, Şêx Hisên, Ehmed Mistefa, Reşîd Silêman Reşkorî, Mihemed Elî desteser kirin

Hat diyar kir ku çeteyan 150 darên zeytûnê yên di nav ava erdan de birîn.

Back to top button