ManşêtNûçe

Li Dêrikê semînerek der barê rola oldaran civakê de hate dayîn

Kongreya Îslama Demokratîk têkildarî rola oldaran di vê pêvajoyê de û çawaniya reşkirina ola Îslamê ji aliyê dewleta Tirk ve semînerek berfireh da.

Bi dehan oldar, îmamên mizgeftan û endamên Desteya Rêveber a Kongreya Îslama Demokratîk tev li semînera ku li Navenda Dicle ya Çand û Huner a bajarê Dêrikê hate dayîn, bûn.

Di semînerê de Serokê Meclisa Olî ya Dêrikê şêx Sînan Seydoş bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ev semîner ji bo nîqaşkirina rewşa rêxistinî ya oldar û îmamam, rola wan di vê pêvajoyê de, tişta ku di vê demê de ji wan tê xwestin hatiye organîzekirin.

Paşê bi navê Rêveberiya Karûbarên Mizgeftên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêx Mihemed El-Qadirî axivî, behsa hewldanên bikaranîn û reşkirina ola îsalmî kir.

Şêx Mihemed El-Qadirî anî ziman ku nabe oldar tevliheviyê bikin û îslamê di çav û dilê mirovan de reş bikin û behsa rola xirab a oldarên Tirk a di dema dagirkirina Efrînê û êrişên çeteyên DAIŞ’ê de kir.

Mihemed El-Qadirî destnîşan kir ku erka oldarên musilman, pêkanîna îslama dilovanî, îslama navîn, îslama demokratîk e û wiha domand: “Ji nîşaneyên Îslamê azadî, demokratîk û şêwermendî ye.”

Têkildarê şêwermendiyê Mihemed El-Qadirî ev tişt anî ziman: “Şêwermendiya di rewşên olî de ku di navbera me de çêdibe ji bo xêra ji welat û civaka me re ye.”

Mihemed El-Qadirî di axaftina xwe de behsa armancên Kongreya Îslama Demokratîk kir û wiha rêz kir: “Pêkanîna jiyana hevbeş, nîqaşkirin û parvekirina nêrînan e. Divê em bi Rêveberiya Xweser û Kongreya Îslama Demokratîk re bin.

Piştre Berpirsê Têkiliyên Giştî, Rêveberî û Rêxistinkirinê di Kongreya Îslama Demokratîk de Cemîl Haco jî got, erka oldaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegera li rêya pêxember û sekna bi civakê re ye.

Haco bal kişand ser rola oldaran di dagirkirina Efrînê û wiha axivî: “Bi navê ayatên Qûrana pîroz de êrişî Efrînê hate kirin. Oldarên tirk hatin sînorê Efrînê da ku destekê bidin êrişên dewleta Tirk. Efrîn ne Meka Mûkerim  ku were fetihkirin û rizgarkirin. Piştî dagirkirina Efrînê, wan oldaan koçberkirina gelê wê û pêkanîna komkujiyan li dijî wan, şêniyên wê ji kesên azad ne hesibandin.”

Her wiha Haco diyar kir ku tu kes ji komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ne filitî, tecawiz, kuştin û koçberkirin pêk anî, ev hemû jî di bi navê ola henefî û di nava bêdengiya oldaran de tê kirin.

Haco banga rêxistinkirin û çalakirina rola oldaran kir ku dûrî xîtaba nefret û olperastî bikevin.

Beşdaran nêrînên xwe li ser mijarê parve kirin û rêbazên çareserkirina astengiyên li pêşiya erkên wan nîqaş kirin.

ANHA

Back to top button