Hevseroka hevbeş ya Komîteya Perwerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko destîşan kir ku ew amadeyên xwe dikin ji bo bi sîstema (Dibistana Malê) kar bikin, bi armanca berdewamkirina sîstema perwerdeyê piştî belavbûna Koronayê.
Doko wiha got: Vekirina Dibistanan di vê dema heyî de” Tiştekî Zehmete” ji ber ku dibistan cihê hevdîtina hejmarek mezin ji xwndekaran ye.
Doko tekez kir ku sîstema perwedeyê wê di çarçoveya bernameya bi navê (Dibistana Malê) bê berdewam kirin, her wiha wê xwendekar di hundirê malê perwerdeya xwe bidomînin di riya televîzyonan û malperên taybetî komîteya perwerdê.
Doko da xuyanîkirin ku perwerde ji xwendekarên asta seratayî heta navîn bê dayîn.