ManşêtNûçe

Leyla Guven: Gelê Kurd li hemberî zilmê sere xwe natewîne

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tev li xebatên Rêxistina HDP’ê ya li Stenbolê ya kongreya mezin bû. Guven, diyar kir ku sedema hemû pirsgirêkan ji ber neçareseriya kêşeya Kurd e û wiha got: “Kurd êdî jiyana bê statu qebûl nakin. Ocalan 22 salin li Îmraliyê li ber xwe dide û ev komplo vala derxistiye.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyên Stenbolê û nûnerên komeleyên heremê amade bûn. Li vir Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci, diyar kir ku gelê Kurd bi hêzek mezintir û rêxistinek mezintir ketine sedsala nû û wiha got: “Kongreya Mezin a HDP’ê gelek girîng e. Ji bo em di siyaseta Tirkiyeyê de bi bandor bin ev kongre pir girîng e. Divê tevlêbûn pir bi hêz be. Ji ber vê yekê rola komele û saziyên herêmê girîng e. Divê tu kes xwe nede paş. Divê em tevlêbûnek xurt nîşan bidin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê Leyla Guven jî diyar kir ku koçberî sedema şerê li Kurdistanê ye û wiha got: “Encama şerê bi salan e li Kurdistanê pêş dikeve mirovan koçî metropolan kirin. Lê me dîsa ji nirxên xwe tawîzan nedin. Em di pêvajoyek pir girîng û krîtîk re derbas dibin. Di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêzdar Ocalan komployek navneteweyî pêk hat. Li cîhanê gelek dewlet bûn yek û ji bo vîna gelê Kurd bişkînin ev komplo pêk anîn. Lê pêşengên Kurd û berxwedana gelê Kurd destûr neda ev komplo bi ser bikeve. Birêz Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kir. 22 salin Ocalan bi tena serê xwe li Îmraliyê li ber xwe dide. Îro li hemû zindanan tecrîd didome. Di cîhanê de yê herî zêde di bin tecrîdê de ma Nelson Mandella  bû. Ew jî 18 salan ma. 18 salan hat tecrîdkirin. Lê îro Birêz Ocalan 22 salin di bin tecrîdê de ye û li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Ji bo Kurd nebin yek vê tecrîdê didomînin. Naxwazin fikrên Brêz Ocalan belav bibin. Ji bo dawî li tecrîdê bê em ketin greva birçîbûnê. Ji bo berxwedana me bişkînin serî li hemû rêbazan dan.

Lê êdî gelê Kurd naxwaze bê statu bijî. Gelê Kurd êdî li hemberî zilmê serî natewîne. ”

 

Back to top button