ManşêtNûçe

Lêkolînerê siyasî yê yemenî: Çarenûsa Kurd û Ereban yek e

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê yemenî Abdullah Umer Bawezîr got, erdnîgarî, dîrok û yekbawerî faktorên sereke ne ku divê têkiliyên mirovî û stratejîk ên Ereb û Kurdan bi rê ve bibe, her wiha destnîşan kir ku Selahedîn El-Eyûbî Kurd bû, lê belê wî Qudis û xaka Ereban ji hegemoniya xaçperestan, rizgar kir.

Bawezîr ji ANHA`yê re piştrast kir ku Kurd û Ereb di şerê cîhanê yê yekemîn de hatin parçekirin û wiha pê de çû: “Kurd di navbera her du dewletên Ereban (Iraq û Sûriyê), her wiha di navbera Tirkiyê û Îranê de belav bûn. Ew jî dewletên herêmî ne ku dixwazin erdnîgariyê bixin bin hegemoniya xwe. Li vir em dibînin ku hemwelatîbûna Ereb û Kurdan li ser her du neteweyan tê ferzkirin, ji hevgirtinê girîngtir pêwîstî bi yekîtiya stratejîk heye.”

Lêkolînerê siyasî yê yemenî Abdullah Bawezîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê yekê ez wekî kesekî Ereb dibêjim ku yekitiya erdnîgarî, çand û aborî berpirsyariyê dixe ser milê netewa Kurd û Ereb ku xeteriyên vê pêvajoyê nas bikin, ji ber ku çarenûs û dîrok yek e û hebûna herduyan di xeteriyê de ye.”

Back to top button