ManşêtNûçe

Kurdistaniyên li Şamê banga derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” kirin

Kurdistaniyên li paytexta Sûriyê, Şamê ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” 8’ê Adarê kampanyaya komkirina îmzeyan dan destpêkirin.

Têkildarî vê yekê bi beşdarbûna bi dehan şêniya, daxuyaniyek ji aliyê rêveberê Mala Gel a Şamê Fadil Mecdîn ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hiştina PKK`ê di “lîsteya terorê” de li pêşiya pêkanîna aştiyê dibe asteng.

Kurdistaniyan bang li Konseya Yekitiya Ewropa û aliyên têkildar kir ku PKK’ê ji “lîsteya terorê” derxînin.

Kampanya wê heta 21’ê Adarê dewam bike.

ANHA

Back to top button