ManşêtNûçe

Kurdên Êzidî yên Sûrî di bin sîwanekê de bûn yek

Di bin drûşmeya “Bi yekîtiya me wê Efrîn û Serêkaniyê azad bibe “, çalakiyên yekemîn a konferansa damezrandina Yekîtiya Êzîdiyên Sûrî, duh 16’ê Cotmeha 2020’an, li kantona El-Cezîrê li navçeya Amûdê Salona Beylesan dest pê kir.Di konfiransê de zêdeyî 100 kesayet û nûnerên çalakiyên sivîl û siyasî li Bakur û Rojhilata Sûriyayê.

Axaftina vekirinê ji hêla Ziyad Ristim endamê Meclisa Mala Êzîdiyan li kantona Cezîrê ve hat kirin, û wiha got:” Ev cara yekemîn e ku konfiransek bi vê giringiyê ji hemû civaka Êzîdiyên Kurdî li ser asta Sûrî tê li dar xistin, her wiha gotina wî tekez kir li ser pêwîstiya hevgirtina di nav bera pêkhateyên Kurdî û Sûrî bi giştî ji bo li hember hêzên şer, terorîst û dagirkeriyê li Bakur û Rojhilata Sûrî bisekinin.

Silêyman Cefer bi navê Yekîtiya Êzîdiyên Sûrî di gotina xwe de tekez kir li ser giringiya yekîtiya refa Êzîdiyên Sûrî, her wiha Cefer di gotina xwe de bal kişand li ser êşên Êzîdiyan li Rojhilata Navîn bi giştî, li Îraq û Sûrî bi taybet, îşaret kir li ser komkojiyên  ji hêla rejîmên dîktator û rêxistinên terrorist hatine kirin.

Cefer tekez kir ku Êzidî cara yekemîn Karin hebûna xwe weke civaka Êzîdî û Kurdî di bin siya Rêveberiya Xweser a Demkoratêk bi azad vebêjin, û diyar kir ku zordariya li ser gelê Kurd bi giştî û li ser civaka Êzîdî bi taybet tê meşandin bû sedema koçberiya Êzîdiyan ji malê xwe.

Wekî din axaftin hatin kirin ku tekez kirin li ser girîngiya pirrengiya çand, entîkî û olî li Sûriyayê.

Hêjayî gotinê ku ev konferansa yekemîn e ya Kurdên Êzidî li ser asta Êzidiyên Sûrî di hundir û li derva.

11’sazî û aliyên Êzîdî bûn yek din sîwanekê de û ew e Yekîtiya Êzîdiyên Sûrî.

       

   

Back to top button