ManşêtNûçe

Konseya Ewlehiyê ya (NY) êrişa dewleta Tirk ya li Zaxoyê şermezar kir

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniyekê de ragihand ku endamên wê êrişa li dijî parêzgeha Dihokê ya Iraqê ya 20’ê Tîrmehê bi tundî şermezar dikin ku di encamê de herî kêm 9 sivîl hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Endamên Konseya Ewlehiyê hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan û hikumeta Iraqê re nîşan dide û piştevaniya lêpirsîna desthilata Iraqê ya têkildarî êrişê dike.”

Her wiha endamên konseyê piştevaniya xwe ji bo serxwebûn, serdestî û yekbûna axa Iraqê û proseya demokrasiyê û geşbûnê li Iraqê nû kir.

Artêşa Tirk a dagirker çarşema borî seyrangeheke li gundê Perex ê navçeya Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê topbaran kiribû, di encamê de 9 sivîl hatibûn qetilkirin.

ANHA

Back to top button