ÇalakîManşêt

Kongreya Star çalakiyek bi boneya roja cîhanê ya tundiya li dijî jin li Hesekê li dar xist

Kongreya Star çalakiyek bi boneya roja cîhanê ya li dijî tundiya li ser jinê li kantona Hesekê li dar xist, di dîroka 25’ê mijdarê, bi dehan jin û endamên Kongreya Star beşdarî çalakiyê bûn û pankartên “Na ji dagirkerî û Qirkirin, bi hev re parastina jin û jiyanê bikin” hildan, wekî din wêneyên jinên girtî.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre rêveberiya Kongreya Star Bêrîvan Îsmalî axivî, di destpêka axaftina wê de wiha hat:” Em weke jinên Rojhilata Navîn bi giştî û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriya bi taybet, mîrateyek me yî resen heye ji Înana û Eşrat, Sakîne û Zîlan destpê dike, em hîna li ser şopa wan in ji ber vê yekê em kom dibin îro ji bo em îsbat bikin ji cîhanê re ku em hîna riya wan dişopînin.”

Îsmalî wiha lê zêde kir di axaftina xwe de:” Em di civakekê de ne ku her dem bi awayekî giştî êşê dikşînin ji tundiyê, ev tundî ne tenê li ser jinê pêk tê lê belê li ser hemû civakê pêk tê, lê jin nesîbê mezin ji vê tundiyê dibe li herêmên dagirkerî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”

Bêrîvan wiha axaftina xwe bi dawî kir: ” Jin li Rojava bi pêngavên pir mezin rabû di hemû waran de çi li ser asta siyasî an leşkerî heta civakî de, û ji hemû cîhanê re îsbat kir ku sîstema hevserokatiya hevbeş ya ku Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriya pêk tîne ew e sîstemeke serkeftî û demokratîke.”

Çalakî bi pêşkîşkirina şanoyekê ji aliyê navenda Xabûr ya çand û huner ku li ser “Tundiya li ser Jinê” hat pêşkêş kirin, bi dawî bû.

Back to top button