Bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jinan misoger bikin” kongereya 8`emîn a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna 300 delegeyên jin dest pê kir, bi armanca nîqaşkirina rêbazên birêxistinkirina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwegihandina hemû jinan û derbaskirina astengiyên di civakê de li pêş jinan, kongreya 8`emîn a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.
Kongre li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan ê herêma Cizîrê tê lidarxistin. Li hola kongreyê, wêneyên şehîdên jin wekî sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û şehîd Zehra, hatin daliqandin.
300 delegeyên jin ên ji kanton û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarên Helebê û Şamê, her wiha gelek mêvanên ji bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, beşdarî kongreyê bûne.
ANHA