ManşêtNûçe

​​​​​​​Kongra Star tecrîda li ser rêber Ocalan û rêgirtina li ber hevdîtina parêzer û malbata wî şermezar kir

Dewleta Tirk a dagirker şerê xwe yê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên xwe yên bênavber, didomîne.

Der barê vê yekê de, Kongra Star bi daxuyaniyekê siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û teqezî bi domandina têkoşîn û berxwedanê kir.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kongra Star, Semer Nofel Hisên ve, bi beşdariya bi dehan jinên navçeya Çilaxa li pêşiya navenda Kongra Star a navçeyê, hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tecrîda li ser rêber Ocalan hîn berdewam e, ruxmî wê jî rêber Ocalan karîbû ji hundirê girtîgeha xwe ya Îmraliyê xwe bike kesayetekî girîng di dîrok û pêşeroja Rojhilata Navîn de, hîna jî desthilatdariya Tirk rê nadin parêzer û malbata wî ku hevdîtinê pê re pêk bînin.”

Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 22 salan ve li girtîgeha Îmraliyê, di encama komployeke navneteweyî de sala 1999’an, li paytexta Kenya, Neyrobî dîl hate girtin û ew radestî desthilatên Tirkiyê hat kirin.

Tê zanîn ku hevdîtina herî dawî ya rêber Ocalan bi parêzerên xwe re; Rêzan Sarîca û Newroz Oysal di 7’ê Tebaxa 2019’an de bû û têkiliya wî ya herî dawî bi derve re di 25’ê Adara 2021’an de bû ku bi rêya telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axivî.

Her wiha di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin ku di vê dawiyê de jî di encama êrişeke balafira bêmirov a biçek li ser taxa Sînaa ya Qamişlo de, 4 kes şehîd bûn ji nav wan 2 zarok in.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina şoreşê û destkeftiyên wê, êrişên xwe bi balafirên bêmirov ên biçek pêk tîne .

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama wan êrişan de gelek kes şehîd bûne di serî de hedefgirtina sê fermandarên YPJ’ê û QSD’ê û 4 sivîlan li bajarê Qamişlo.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Back to top button