ManşêtNûçe

Kongra Star: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan

Meclîsa Kongra Star a yek ji tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û 2 sal zêdetir e tu agahî jê nayê girtin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda dewleta Tirk a li Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî ye, her tim bê hincet ‘cezayên dîsîplînê’ li Rêberê Gelê Kurd re hatiye birîn, herî dawî 6 mehên hevdîtina bi malbat û parêzeran jî qedexe tê ferzkirin.

‘Li hember tecrîdê li qadan bin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk a dagirker rêz li mafê mirovan û girtiyan nagire, hat diyarkirin ku armanca tecrîdê şikandina îradeya gelê Kurd û hemû gelen heremê ye.

Kongra Star diyar kir ku polîtîkayên înkarê yên di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelan tê meşandin û bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û CPT kir ku li dijî tecrîdê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Kongra Star di dawiyê de bang li hemû jinan û gelan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan.

Back to top button