ManşêtNûçe

Kongra Star bi rêxistinên jinan re li başûr Kurdistanê dicive

Duh şandeyeke Kongra Star serdana Navenda Yekitiya Jinên Kurdistanê, Tevgera Guhertin (Goran) Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeya Kongra Star ji berdevka Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Rîhan Loqo, endama nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Silava Silêman û nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen pêk hat.

Di serdanê de geşedanên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, êriş û gefên li dijî herêmê hatin nîqaşkirin.

Rîhan Loqo di civînê de, encamname û biryarên kongreya 9`an a Kongra Star bi bîr xistin ku armanca wê, xurtkirina rêxistinbûyîna jinan, têkoşîna azadiya jinan û pêkanîna şoreşa jinan e ku veguheriye şoreşeke cîhanî. Her wiha Rîhan destnîşan kir ku destkeftiyên jinan li beşên Kurdistanê berdewama têkoşîna jinên kurd û ji bo hemû jinan li Kurdistanê destkeftî ne.

Back to top button