ManşêtNûçe

Kongra Star encamnameya civîna xwe eşkere kir 

Civîna salane ya Kongra Star a Rojava bi dirûşma “Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe”, li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li Rimêlanê ya Qamişlo pêk hat û du rojan dom kir. Civîna salane bi tevlîbûna 300 delegeyan pêk hat û ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Şamê beşdarî civînê bûn.

Di bernameya roja yekemîn de, koordînatorên Kongra Star axivîn û dûv re rapora sale ya xebatên Kongra Star a Rojava hat xwendin û nîqaşkirin. Di roja duyemîn de civîn bi nîqaşên li ser rêxistina Kongra Star a Rojava berdewam kir û plansaziya sala nû hat kirin. Her wiha di roja duyemîn a civînê de Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsiv axaftinek kir.

Foza, bal kişand li ser xebatên bi pêşengiya jinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin û got: “Em di pêvajoyek zehmet re derbas dibin. Şerek derûnî, aborî û leşkerî ji hemû aliyan ve li ser gelê me tê meşandin. Bêguman têkoşîna li hember van hemûyan ne hêsane. Di şerê ku diqewime de herî zêde jin hedeftêngirtin û di van êrîşan giştî de yên herî zêde bandor dibin jin û zarok in. Şoreşa jinê bi dawî nebûye û di bin tehdîdeke mezin de ye. Ji ber ku metirsiya dewletên desthilatdar ji jinan heye. Sîstema desthilatdar dixebite ku çawa jinan bin bixe û li ser wî esasî jî jinan qetil dikin. Li tevahiya cîhanê jin bi êrîşan re rûbirû ne. Ya ku me û jinên cîhanê hevbeş dike ew e ku em bi heman armancî têdikoşin li hemberî heman pergalê didin meşandin.”

Em ê sala nû bighêjin hemû armancên xwe

Foza, girîngiya parastinê ji bo gelan û taybetî jî jinan bibîr xist û wiha domand: “Pêwîste jin di vî şerê cîhanê de xwe bê parastin nehêlin, ji ber ku rewşa Sûriyê hîn di nav şer de ye. Hewceye em bizanibin çawa xwe biparêzin da ku bi zirarên herî kêm nav vê tehlukê derkevin. Lazime em wekî jin, ji rewşa Afganistanê dersan bigrin, rewşa ku jinên Afganistan tê re derbas dibin pir bi êş e. Jinên bê parastin û bê welat, mehkûmê koletî û destdirêjahiyê ne. Heger me xwe birêxistin nekiriba dê wekî Afganistanê li me jî hatiba. Ji bo vê yekê girînge ku jin bê amûrên parastinê nemînin. Di dema dawî de gelek propogandayên mîna “rejîm û kurd li hev hatin” hatin belavkirin, ji bo wê jî gelek alî berê xwe dan Rejîmê da ku lihevhatinan çêbikin. Rejîm dixwaze tevlîheviyê di nav hemû pêkhateyan de çêdike û ev jî mêr in. Bêguman roleke jinan a mezin di rêvebirina gel û derxistina rastiyê de heye. Em wekî siyasetmedarên jin, pêwîste em sîstema Netewa Demokratîk ji xwe re esas bigrin. Li ku derê jin hebin gereke Newteweya  Demokratîk li wir ava bibe. Gerek em hemû pêkhate yek dest bin û helwesta me jî yek be. Di sala 2021’ê de tevî hemû kêmasiyan jî têkoşînek xurt hat meşandin. Em ê di sala 2022’yan de jî têkoşîneke hîn xurtir bidin meşandin da ku em bighêjin hemû armancên xwe.”

Plansaziya sala nû 

Piştî axaftinan encamên civînê û biryarên ji bo sala bê hatin eşkere kirin.

Encam û biryarên civînê wiha ne: 

-Divê rêber Ocalan were parastin, asta têkoşînê were bilindkirin û divê fikirê rêbertî bibe bingeha rêxistina jinan.

-Şerê zihniyeta zayendperestiyê were kirin û jiyana hevbeş were avakirin.

-Ji bo rizgarkirina Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî ji dagirkeriya Tirk, divê asta têkoşîn û berxwedanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werin bilindkirin.

-Komîteyên hiqûqnas û siyasetmedar ên Kongra Star werin birêxistinkirin.

-Divê Kongra Star, Tevgera Hîlal Zêrîn û Jineolojiya çand û zimanê kurdî li Rojava biparêzin.

-Hejmara koperatîfên jinan were zêdekirin.

Back to top button