CiwanManşêt

Kongerya damezirîner a Ciwanên Sûriya Demokratîk hate lidarxistin

Kongreya Damezirîner a Ciwanên Sûriya Demorkatîk li bajarê Girkê Legê bi diruşmeya ʺBi ciwanan, bi zanistê, bi hevgiritinê, bi hêzê em ê Sûriyaya Fedral a Demokratîk ava bikinʺ destpê kir.

Kongreya Damezirîner a Ciwanên Sûriya Demorkatîk vê sibê bi beşdarbûna 350 delgeyên  ku nûnertiya hemû pêkhateyan dikin, nûneêrn 23 rêxistinên ciwanan û 30 partiyên siyasî li Salona Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan destpê kir.

Salona Kongeraya ku bi diruşmeya ʺBi ciwanan, bi zanistê, bi hevgiritinê, bi hêzê em ê Sûriyaya Fedral a Demokratîk ava bikinʺ hatiye lidarxistin, bi pankartên ʺZehmete ciwanên ber bi azadiyê ve diçin, werin rawestandinʺ, ʺBi pêşengiya jinên ciwan ber bi Sûriya Fedral a demokratîk veʺ, ʺQSDʹê misogeriya parstin, azadî û demokasiya Sûriyê yeʺ û ʺNa ji dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê ye reʺ hate xemilandin.

Hevserokên Meclîsa Fedraliya Demokraîtk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif û Mensûr Selûm, Hevseroka MSDʹê Ilham Ehemed, Berdevakê Fermî yê Hêzên QSDʹê Telal Silo, Endama Fermandariya QSDʹê Cîhan Şêx Ehmed, her wiha şandeyên ji Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyên siyasî jî wekî mêvan beşdarî kongeriyê bûn.

Kongera bi rêzgiritin li cangotriyên tekoşîna azadiyê destpê kir û axaftinê vekirina kongirê ji aliyê Hevseroka MSDʹê Ilham Ehemed ve hate pêşkêş kirin.

Endamên Komîteya Amadekar ên kongeriyê gotin dê axaftina vekirina Kongeriyê Hevseroka MSDʹê Ilham Ehemed, her wiha  bi navê Ciwanên MSDʹê Berçem Xelîl, bi navê QSDʹê Cîhan Ehemed, bi navê Meclîsa Fedraliya Demoraktîk a Bakurê Sûriyê Selûm Mensûr, bi navê Buroya Jinan a Meclîsa MSDʹê Nûjîn Yûsif axaftinan pêşkêş bikin. Her wiha dê axaftina Melclîsa Malbatên Şehîdan jî were kirin.

Piştî axaftinan jî dê rapor û xebatên Buroya Ciwanan a MSDʹê bê xwedin û dê reşnivsa rêziknameya Ciwanên Sûriyê ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatiye hazirkirin, were xwendin, Li ser wê jî dê nerîn û pêşniyar werin kirin û li gorî nerîn û pêşniyaran were sererastkirin û di kongeriyê de were erêkirin.

Di berdewama kongeriyê de dê Meclîsa Gitşî ya Ciwanên Sûriya Demorkatîk were hilbijaritn.

Endamê Komîteya Amadekar a Kongeriyê Fehed Mihemed diyar kir ku amadekariya wan a kongeriyê piştî gelek hevdîtin û civînan pêk hatiye û destnîşan kir ku di civînan de pêşniyar hate kirin ku Kongereya Ciwanan Sûriya Demokratîk were lidarxistin. Mihemed, da zanîn ku li ser vî esasî bi ciwanên ji hemû pêkhateyan û nûnerên hemû rêxistinan re civîn hatin lidarxistin û amadekariya kongeriyê hate kirin. Mihemed destnîşan da zanîn ku di riya malperên civakî re wan têkilî bi gelek ciwanên SÛiryê yên ji Dêra Zorê, Hema, Humis, Şam û Helebê re pêk anîne û destnîşan kir ku wan daxuyaniyek amade kir û li tevahiya herêman belav kir.

GIRKE-DESPEKIRINA-KONGIRA-CIWANA-3-300x200 GIRKE-DESPEKIRINA-KONGIRA-CIWANA-5-300x200 GIRKE-DESPEKIRINA-KONGIRA-CIWANA-4-300x200

(dc)

Back to top button