Di daxuyaniyê de banga xurtkirina hevgirtina civakî û bilindkirina nirxên jiyana hevbeş hat kirin û hat destnîşankirin ku Sûriyeya ku xwedî dewlemendiyeke civakî ye bi hişmendiya neteweyî yan olî ya teng nayê birêvebirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çi rêbazeke yekalî ji bo diyarkirina siberoja Sûriyeyê dê bibe xeter li ser mozaîka civakî ya Sûriyeyê, her wiha dê parçebûna di navbera pêkhateyan de jî kûr dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civakên pirreng û hevbeş ji civakên din zêdetir ji bermahiyên şeran xelas bûn nexasim Almanya piştî şerê cîhanê yê duyemîn û Afrîkayê piştî sîstema nijadperestiyê.
Di dawiya daxuyaniyê de girîngî bi parastina hevgirtina civakî wekî bingeha vejandina Sûriyeyê hat dayîn û bang li hemû aliyên civakî û rêxistinên sivîl û demokratîk hat kirin ku siyasetên paşguhkirinê red bikin û ji bo nimûneyeke demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin, bixebitin.
ANHA