ManşêtNûçe

KON-MED’ê di salvegera Qirkirina Êzidiyan de ji bo çalakiyên li Elmanyayê bang kir

Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya salvegera 8’emîn a qirkirina li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin divê qetlîama 3’ê Tebaxê Elmanya di serî de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, hemû welat û meclîsên demokratîk wekî qirkirin were qebûlkirin û xweseriya Êzidxanê were naskirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin divê bi ruhê seferberiyê xwedî li Şengalê were derketin û bi awayekî xurt tevlî çalakiyên li gelek bajarên Elmanyayê bibin.

Di daxuyaniya KON-MED’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 3’ê Tebaxê de li Şengalê li dijî civaka me ya Êzidî qirkirinek hatibû kirin. Gelê me ev qetlîam wekî fermana 74’an pênase dike. Em vê qetlîma û qirkirinê bi tundî şermezar dikin û kesên di qetlîamê de hatine qetilkirin û jiyana xwe ji dest dane jî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Civaka Êzidî ji aliyê her hêza serwer wekî gef hatiye dîtin û di nava dîrokê de 74 caran ferman anîne serê civaka Êzidî. 8 sal ji ser Qetlîama Şengalê derbas bû lê faşîzma AKP’ê hê jî li ser Şengalê êrîşên hewayî dike û polîtîkaya xwe ya ku dijminatiya Kurdan dike jî didomîne. Gelê Şengalê li her derê li dijî vê dorpêçê ye, berxwedana xwe didomîne û jiyana xwe ji nû ve ava dike. Mam Zekî û Mam Beşîr di serî de xeyalên bi sedan şehîdên me li Şengalê pêk tînin.Civaka me ya Êzidî meclîs û xwerêveberiyên xwe ava kirine, ligel ku jiyana xwe ji nû ava dikin ji bo ku careke din li ser wan qirkirin neyê kirin, xweparastinên YBŞ û YJŞ’ê rêxistin dikin û diyar dikin ew ê careke din nekevin nav lepên vê barbariyê.

Em KON-MED diyar dikin ku azadkirina Şengalê ne bi tenê ji bo gelê Kurd ê li her çar parçeyan e, divê wekî serfiraziya mirovayetiyê jî were dîtin û divê bi ruhê seferberiyê xwedî lê were derketin. Li gelek navendên Elmanyayê wê bi pêşengiya YJK-E û SMJÊ bi şîara ‘Em ji bo Şengala azad û xweser berxwedanê geş bikin’ wê çalakî werin lidarxistin. Em bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin.”

ANF

Back to top button