ManşêtNûçe

KON-MED: Tevlîbûna meşa Dusseldorfê erka her mirovahiyê ye

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) de hat gotin, “Ev şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a faşîst a li dijî gelê Kurd, her roj girantir dibe. Erdnîgariya Kurdistanê, her roj bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek û bi çekên kîmyewî tên bombekirin.”

‘LI HER QADÊ DEMA BILINDKIRINA BERXWEDANÊ YE’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ev şerê qirkirinê ne tenê li Bakurê Kurdistanê; sûcên şer, bi tinehesibandina polîtîkayên navneteweyî û bikaranîna çekên kîmyewî, li Başûr, Rojava û Rojhilat bi awayek hemwext li Ewropayê jî tê meşandin. Armanca vî şerê tinekirina destketiyên Kurdan e û pê re qirkirina Kurdan dike hedef.

Dewleta Tirk li pêşberî cîhanê hiqûqa navneteweyî binpê dike, sûcê şer dike û çekên kîmyewî bikar tîne, nirxên mirovahiyê paşguh dike. Dewletên Ewropî yên ku di şerê Ûkraynayê-Rûsyayê de kirin hawar û qirika xwe bi daxuyaniyan teqandin, dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, bi erêkirina hemû komkujiyan re tifaqên xwe yên qirêj didomînin.

Ji ber vê yekê hemû hêzên navneteweyî, bi taybetî jî dewleta Elman ku li hemberî şerê qirkirina Kurdan bêdeng dimîne, di serî de berpirsyarê her qetlîama ku li Kurdistanê tê kirine.

Dem hatiye ku em ji vî şerê qirêj re bêjin ‘raweste’ û li dijî TC’ê ya qirker û hevkarên wê li her qadê berxwedan bê mezinkirin. Roj ne roja temaşekirina di bêdengiyê de ye, roja bi hev re deng derxistine. Roj roja parastina xeta berxwedanê ya ku Gerîlaya Azadiyê ji Zap, Avaşîn, Rojava û Şengalê re derxistiye holê ye.

‘Li DUSSELDORF’Ê BÛYÎN ERKÊ HER KESÎ YE’

Tevlîbûna meşa Dusseldorfê ya 25’ê Hezîranê ya li dijî van komkujî û êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê di serî de hemû Kurdistaniyan, erka her mirovahiyê ye.

Weke KON-MED’ê, hemû meclîsên me û gelê me, di serî de hemû dostên me, her kesê ku li dijî şer aştiyê, li dijî faşîzmê demokrasiyê, li dijî mêtingeriyê azadiyê û ekolojiyê diparêze, em we vedixwînin meşa ku wê di 25’ê Hezîranê saet di 10.00’an de li Dusseldorfê pêk were bibin.”

ANH

Back to top button