ManşêtNûçe

KON-MED banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê kir

Hevserokên KON-MED’ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 25’ê Adarê ku wê li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya KON-MED’ê de hate ragihandin ku Newroza Rêbertî ya 50’yemîn wê li ser bingeha pêngava ‘Dem dema azadiyê’ ye bi dirûşma Newroza Serketinê ya Serdemê li bajarê Frankfûrtê bê pîrozkirin û hate gotin, “Di 25’ê Adarê de em ê qada Newrozê ya li Frankfûrtê bikin qada berxwedan û azadiyê.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Newroz li dijî dagirkerî, zordarî û koletiyê sembola serhildan û berxwedana Kawayê Hesinkar e, ku heya roja me ya îro hatiye. Ji ber vê yekê di serî de gelê Kurd Newroz ji bo gelên herêmê û cîhanê ne tenê Cejn e, di heman demê de çavkaniya berxwedan û têkoşînê ye.

Newroz di dîroka gelê Kurd de xwedî wateyeke pir girîng e. Newroz ji bo gelê Kurd ew berxwedan e, ku Mazluman, Zekiyeyan, Rewşenan, Ronahiyan, Umit Acaran, Ugur Şakaran û Halîl Şenan li dijî zordestan ji bo azadiyê bedel dan û afirandin.

Gelê Kurd ji dîrokê heta roja îro her tim li dijî zordestiyê li ber xwe daye û kevneşopiya Newrozê domandiye. Newroz tê wateya dîrok û kevneşopiya mîtolojîk a berxwedana gelan, ku di stran û çîrokan de xwe daye der. Wekî niha, di dîrokê de li dijî Dehaqên zalim gelên ku êş û azar kişandine bi pêşengiya Kawayên Hesinkar serî hildane û kelahên zilmê hilweşandine û azadiya gelan bidestxistine û parastine. Îro li heman erdnîgariyê, li erdnîgariya resen a Kurdistanê û Rojhilata Navîn ev têkoşîn û berxwedana ku li dijî Dehaqan bi pêşengiya Kawayên Hemdem tê rêvebirin vê rastiyê misoger dike.

Newroza sala 2023’yan, salvegera 50’yemîn a meşa mezin a azadiyê ye, ku Rêber Apo di pêvajoya Newrozê de da destpêkirin. Ji ber vê taybetmendiya xwe Newroza îsal ji bo me pir bi watedar e. Rêber APO têgihîştiye, ku li hemberî pergala qirker û dagirker a vê demê û li hemberî polîtîkayên îmha û îmkarê, ku zilma dîrokî ya Dehaqan bi dehan carî mezintir e, tenê bi esasgirtina kevneşopiya Newrozan ji tinebûnê xilasî pêkane û li gorî vê yekê tevgeriya ye.

Li ser vê esasê em gelê Kurd Newroza 50’yemîn a Berxwedanê bi vê têgihîştînê pêşwazî dikin. Di vê sala berxwedanê de armanca herî mezin a gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Bi vê biryardariyê di serî de li Kurdistanê, li seranserê cîhanê bi milyonan kesan Newroz li qadan pîroz kirin.

Em weke KON-MED, ku sîwana sazî û rêxistinên gelê Kurd ên li Elmanyayê ye, bang li gelê xwe dikin, ku li ser bingeha xurtkirina yekîtiya neteweyî û parastina destketiyên civakî, di serî de şoreşger û demokrat bi hemû dostên me re bi ruhê seferberiyê ya li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê di 25’ê Adarê de biherikin qada Newroza navendî ya Elmanyayê, ku wê li bajarê Frankfûrtê bê lidarxistin.”

ANF

Back to top button