ManşêtNûçe

Komkara Ereban û cîhan berpirsên desteserkirina mal û milkên ermenan e

Tevî redkirina şêniyên herêmê û hişyariyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker projeyên xwe yên mêtinger li herêmên dagirkirî û guhertina demografiyê didomînin. Ev hemû rû dide lê hîna civata navneteweyî û hêzên navneteweyî bêdeng in.

Rêxistin û komeleyên qeterî, kuwêtî û filistînî bi taybet li kantona Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî destekê didin projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk. Avahiyên mêtîngeriyê li ser xak û di nava mal û milkên şêniyên herêmê yên koçber de bi destê dagirkeran têne avakirin. Herî dawî jî li ser xaka penaberekî ermenî li Girê Spî navendeke olî hat avakirin.

Çavkaniyekî xwecih ji bajarokê Elî Baciliye yê kantona Girê Spî ya dagirkirî di 23`ê Hezîranê de ji ANHA`yê re ragihandibû ku rêxistina Şêx Zayid a kuwêtî dest bi avakirina navendeke olî li ser xakekê bi rûbera 170 donim kiriye ku ya penaberekî ermenî bi navê Akop e.

Têkildarî mijarê Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermen ya kantona Hesekê Arîv Kassabian ji ajansa ANHAyê re axivî: “Dagirkirina xakê û koçberkirina ermenan, desteserkirina mal û milkên wan siyaseteke pilankirî ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Armanca wê jî ew e ku dîrok, şarestanî û hebûna ermenan tune bike. Ev siyaset ji destpêka komkujiyên ermenan ve ji aliyê dewleta osmanî ve destpê kir.”

Arîv Kassabian îşaret pê kir ku li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, demografiya wê li pêşiya çavên cîhanê tê guhertin û bêdengiya civak û hêzên navneteweyî tê wateya erêkirin û hevkariya wan di qirkirina ermen û pêkhateyên din ên herêmê de mîna Kurd, Ereb û Çerkez.

Arîv balkişand ser bêdegniya civaka erebî li hember rêxistinên erebî ku destekê didin projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk û ev tişt anî ziman: “Rêxistina ku destekê dide projeya mêtîngeriyê li ser xaka ermenan kuwêtî ye. Kuwêt dewleteke di Komkara Ereban de endam e lê komkar li hember vê yekê bê helwest e û tu helwest li hember mêtîngeriya li ser xaka Sûriyê nîşan nedaye.”

Arîv got civak û hêzên navneteweyî di serî de Komkara Ereban berpirsa kiryarên dewleta Tirk in ku şêniyan koçber dike, mal û milkên wan desteser dike, demografiya herêmê diguhêre û wiha axivî: “Divê Komkara Ereban sînorekî ji dewleta Qeter û Kuwêtê re dayine ku bi rêya rêxistinên xwe destekê dide projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Hevseroka Meclis Civakî ya Ermen Arîv Kassabian di dawiyê de bang Ii rêxistinên mafên mirovan, NY`yê kir ku destwerdanê bike, projeyên “tirkî, qeterî û kuwêtî” û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê pêk tîne, sînordar bike û hebûna pêkhateyan ji hewldanên qirkirina wan, biparêze.

Back to top button