ManşêtNûçe

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala azad bibin

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş azad nekiriye, îro biryareke nû daye. Digel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê Kavala û Demîrtaş azad nekiriye.

Komîte kontrol dike bê ka biryarên DMME’yê pêk tên an na.

Li gorî nûçeya “Bianet” Komîteyê di biryara xwe de careke din xwestiye Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Osman Kavala, karsaz û mafparêz azad bibin.

Benan Molû, parêzera Demîrtaşî derbarê biryarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha nivîsiye:

“Komîteya Wezîran careke din xwestiye ku Selahattîn Demîrtaş azad bibe û biryarên girtina wî betal bibin. Di biryara xwe de gotiye, cezakirina Demîrtaşî a bi 4 sal û 8 mehan a ji ber sûcê propagandayê, bi armanca ku Demîrtaşî li girtîgehê bihêlin û nehêlin bikeve hilbijartinê.

“Komîteyê heta 22’yê Hezîranê dem dabû Hikûmetê ku li gorî biryara Daîreya Mezin a DMMEyê plana çalakiyê pêşkêş bike. Digel ku hikûmetê daxwaza hinek dema din nekiriye ji ber hîna plana çalakiyê pêşkêş nekiriye, heta 30’ê Îlonê wext dane.

“Biryara Komîteyê ya derbarê Demîrtaşî de û nota sekreteryayê. Civîna Komîteya Wezîran wê di 30’ê Çiriya Paşiyê-2yê Kanûna Pêşiyê ya 2021an de pêk were.

“Komîteya Wezîran careke daxwaz kiriye ku Osman Kavala azad bibe. Çav li rê bû ku di vê civînê de Tirkiyeyê hişyar bikin û pêvajoya cezakirinê bidin destpêkirin lê Komîteyê biryar girt ku heta civîna Kanûna Pêşiyê li bendî azadkirina Kavalayî bimînin.”

Biryarên DMMEyê yên derbarê Kavala û Demîrtaşî de

DMME’yê di 10’ê Kanûna Pêşiyê ya 2019’an de biryar dabû û gotibû, “Rayedarên Tirkiyeyê dixwazin Kavalayî weke mafparêzekî bêdeng bikin û bi vê armancê ji Çiriya Paşiyê ya 2017’an û vir ve di girtîgehê de digirin.”

Dîsa di 22’yê Kanûna Pêşiyê ya 2020’an de DMME’yê biryar dabû ku rayedarên Tirkiyeyê ji ber xebat û axavtinên wî yên li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) Demîrtaş dadgeh kirine û xwestiye Demîrtaşî ji xebatên wî yên siyasî dûr bixin.

Dadgehê di her dû biryaran de jî daxwaz kiribû ku demildest azad bibin.

Lê Demîrtaşê siyasetmedar ji 4’ê Çiriya Paşiyê ya 2016’an li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê û Kavalayê mafparêz jî 1’ê Çiriya Pêşiyê ya 2017’an li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.

Back to top button