ManşêtNûçe

Komîteya Azadî Ji Bo Ocalan li Başûrê Kurdistanê banga tevlîbûna çalakiyên li dijî komployê kir

Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Başûrê Kurdistanê bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û kesên azadîxwaz kir ku bi girseyî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Başûrê Kurdistanê bi rasthatina salvegera 24’an a Komploya Navnetewyî ya 15’ê Sibata 1999’an li Sekoya Azadî ya Parka Azadî bi tevlîbûna endamên komîteyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Komîteyê wiha ye:

“Em dikevin sala 25’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di şexsê wî de hemû xelkê Kurdistan, gelê herêmê, mirovên azadîxwaz tê tecrîdkirin. Domandina vê komployê tê wateya komkujî û malwêranî sed salê din li ser gelê Kurd bidome.

22 mehan bi ti awayî agahî ji Îmralî nayê girtin

Gelê me vê komployê şermezar dike, ev nêzî 12 sal in bi ti awayî rê nayê dayîn ku parêzer û malbata Birêz Abdullah Ocalan serdan bikin û hevdîtin pêre bikin. Dîsa ev 22 meh in, bi ti awayî agahî ji jiyan, rewş û tenduristiya wî nayê girtin. Li gel vê di nava tecrîd û êşkenceyeke giran de dijî.

‘CPT bûye parçeyek ji komployê’

Saziya CPT a pêşîgirtina êşkenceyê ya ser bi Ewropa yekane ji maf, jiyan û tenduristiya Îmralî berpirs e. Ti demê bi erk û berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û yasayî negirtiye û bûye parçeyek komploya li Îmralî. Vê yekê bi helwest û reftarên xwe yên li hember Îmralî nîşan dide.

Tenê tecrîd li Îmraliyê nîne, heman demê domandina komploya navneteweyî ya herî dijwar li Îmralî heye. Hêzên komploger li ser wê yekêne ku sed sal din, êriş, koletî û qirkirinê li ser Kurdan û gelê me bidin domandin.

Divê bê zanîn ku rewşa Birêz Ocalan ji ber faşîzma Erdogan û hêzên komploger metirsîdar û cidî ne, divê ev yek baş bê dîtin. Di şexsê birêz Ocalan de gelê me, dîsa ne tenê gelê me gelê herêmê jî rû bi rûyê rewşeke hestyar û metirsîdar de ye. Ev rewş ji me daxwaza yekîtî û seferberiya çalakî û berxwedanê dike. Divê gelê me, azadîxwaz û aştîxwaz vê rastiyê bibîne, eger ku ev rewş û komplo bidome, tiştek bi navê maf, destkeftî û azadî. Eger ku em dixwazin bi serbilindî derbasî saleke nû bibin, hemû hewldanên me ew be ku dawî li komplo, bê mafî û komploya li ser Birêz Abdullah Ocalan bînin.

Bi xurtî û girseyî tevlî çalakiyan bibin

Di sala 25’an a Komploya Navneteweyî de em Komîteya Azadî Ji Bo Ocalan li Başûrê Kurdistanê dest bi rêze çalakî dikin. Ji bo vê bang li gelê xwe û hemû kesê azadîxwaz dikin ku tevlî vê pêngavê û çalakiyên dijî komplo û hêzên komploger bên lidarxistin bibin. Mil bi milê gelê me yên parçeyên din ên Kurdistanê bi dirûşma ‘Êdî bes e dem dema azadiya Abdullah Ocalan e’ û ‘Dem dema dawîanîna Komploya Navneteweyî ye’ di nava çalakiyên cihêreng de bin. Enceq bi vî awayî em dikarin dawî li vê şerma ser mirovahiyê bînin.

Ji bo vê divê bi coş û girseyî cihê xwe di nava van rêze çalakiyan de bigirin, ber bi azadî û serketinê ve gav bavêjin.”

Back to top button