JinManşêtNûçe

Komeleya Dema Jinê: 28’ê Gulanê wê bibe pêngavek ber bi têkoşîn û azadiyê ve

Komeleya Dema Jinê ji bo hilbijartina tûra duyem a serokomariyê ji bo jin biçin ser sindoqan metnek bi sernavê ‘banga me ji jinan re; di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan!’ weşand. Bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariya AKP/MHP’ê yên dijminane li hemberî jinan û da zanîn ku di hilbijartinê de mafê gel ê jiyanê ji bo dengdanê heye.

Di metne de wiha hat gotin: “Her roj bi destên darazê tacîz, tecawiz û cihêkarî çêdibe, ji ber polîtîkayên şer ên ku neçarî koçberiyê dibin û koçberî Tirkiyeyê dibin, ji ber bêmafiyên ku tên jiyîn, sînordarkirina qadên jiyanê li jinan, tundîtûjiya mêr a ku li mal, li cihê kar, kolanan zêde dibe, li hemberî wê polîtîkayên hepskirina bêçaretiyê hene. Niha partiyên ku dijminatiya jinan di hemû qadan de tînin ziman li meclisê ne.”

Di metnê bal kişandin ser dijminatiya li hemberî jinan û wiha hat gotin: “Yên ku dixwazin di 28’ê Gulanê de bibin xwediyên jinan, ên ku dixwazin zagona 6284 rakin, ên ji xebat û derketina derve ya jinan ditirsin, em dikarin bersiva wan bidin. Parêzavanên mafên jiyanê di bin zextan de ne û bi girtinan re rû bi rû ne. Jin ji têkoşîna xwe hêzê digrin û bawer in ku wê sîstema heyî biguherînin.

Di berdewamiya metnê de wiha hat gotin: “Wê jin vê zihniyeta ku ji nedîteve tê dîtin, mafên  wan desteser dike, her roj dijmanatiya wan dike, heqaret li wan dike bi dawî bikin. Bi teybetî ji bo ewlehiya jin û zarokan divê hilbijartina gelek krîtîk de divê em biçin ser sindoqan. Ji bo hebûn, nasname û bedena me, ji bo hebûna hemû jinên ku em ji wan hêzê digrin. Ji bo parastina mafê jiyanê, ji bo deynê me yê ji bo jinên ku ber bi tenêbûnê ve hatine dehfdan, em ê di sindoqê de rejîma yek mêrî biguherînin. Em dizanin encamên ku ji sindoqan derbikevin çi dibe bila bibe ji bo me têkoşîn wê bi dawî nebe. Wê 28’ê Gulanê ji bo gelek destkeftiyan bibe pêngavek ber bi têkoşîn û azadiyê ve.”

Back to top button