HelbestNûçe

Koçbero Tu bi kuve diçî

Koçbero Tu bi kuve diçî

Canê minê biçûk li ber kenarê deryayê bû

Her dû bira bûn koçberên rêya deryayê

bûn Koçberê rêya bê veger

Te welatê bindest, mala wêran ji kîre hiştin

Koçbero, rêwîyê rêya dûr, tê kûve herî?

Ma te dixwest, li kampên penaberan li sira xwarinê bimînî?

Qey te dikarî van hemû sînoran derbas bikî?

Îlanê Kobanê koçberê Kurd te giyanê me li ber pêlan hêla

Te ev dunyaya bê wijdan ji kîre hêla

Tû çima weha çûyî, bê ken û bê girî

Kes weke te nakê Îlan

Weke zarokan hîna tû têr ne leystibûy

Tû têr ne keniyayî û hîna tû têr ne axivî bû jî

Her ewê li kêleka te bû, xwediyê potînê, ew zilamê dewletê bû

Te bi şev dişînin deryayê û bi roj bedena te bê giyan tomar dikin

Hey koçberê biçokê welatê min

tû hîn biçûk bû tû ketî çîrokên xemgîniyê

Mane Te têr kolanên Kobanê ne dîtibûn!

Te jî dizanî kû Kobanê wêran bû? Lê tû herî ma kiyê ava bikê?

Lê Îlan te Cîhan hemû wêran hêla

Tû çima çûyî, bêje min tû çima çûyî?

Qey kes nebû li wir

Yaw ma tû yê van rêyan bûy koçbero?

Qey kesî ji tere ne got neçe?

Ma kesî ji tere ne got jiyana xerîbiyê pir zore

Mirov li xerîbiyê bê romet dimîne koçbero

Li xerîbiyê Yek bi çavê baş û dido bi çavên xirab li mirovan dinêrin.

Qey çi zembê te hembû tû bê giyan bê kes li kenarê deryan bimînî

Koçbero biçûko bêje min tû çima çûy?

Çima xwediyên te tû li ber potîna tawanbarê vê mirinê hiştin?

Hey bê xwediyo ji tere negotin dostê te kîne

biçûko Xwezî min tû têr têr hembêz kiriba

bila canê min sar; û yê te germ bane

û bila min ev rihê xwe bidabe te

Da kû te bi wê bedena xwe ya biçûk ve têr leystibana û şa bûba

 

Helbest: Can Mirzal

Back to top button