Gotar

KOÇBERÎ Û KOÇBERKIRIN DI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DE

Kurdyar Dirê`î

JI ravekirina sedemên koçberiyê ji rojavayê kurdistanê, pêwiste mirov nas bike bê kengî, çawa û ji bo çi koçberî çêdibe, her wiha kocberiyê û koçberkirinê ji hev derxîne.

Tiştê ku li rojavayê kurdistan çê dibe, gelo koçberiye an koçberkirine? Bê guman herdû jî hene û sedemên wan jî ji hev cudane, lê di hin xalan de dighêjin hev.

Koçberî çiye: Koçberî ewe ku  mirov bi qîm û reza xwe ji welatê xwe bar dike û cihekî din li welatekî din berdewamiya jiyana xwe dibîne, anku ew hildibijê re û ti zor ji çi alî be bi taybet weke dewlet li ser tuneye. Sedemên koçberiyê, bi gelemperî girêdayî kesayet bi xwe ye lê hin caran jî girêdayî guhertinên di xwezayê de ye mîna rûdana lehî, erdhej,şewatên mezin, her wiha guhertinên siyasî di welatan de mîna şerên navxweyî, çewisandina li ser netew û kêmnetewan, metirsiya ji dîlgirtin û zindankirinê li jêr rêjîmin ne demoqrat û mafê mirovan nenas de. her wiha ji ber rewşa aborî ya xerab di welatan de, mirov ji bo başkirina rewşa xwe ya aborî koçber dike. Lê tiştê ku van sedeman bi giştî bi hev ve girê dide ewe ku koçberî bêtirî xwe kesayetiye, ne bi darê zorê ye ne sîstematîke.

Koçberkirin çiye; herdem bi darê zorê têye kirin û mirov neçarî koçberiyê dibe, ankû neçare û tu vîna wî tê de tuneye, li ser ferz dibe, bêtir di derheqê netew, kêmnetew, mezheb û olan de têye kirin. Sedemên koçberkirinê ji yên koçberiyê cudane, mirov, gel ,kêmnetew, mezheb, papendên olekê, neçar dibin ku ji deverên xwe barkin ne bi vîna xwe lê belê bi darê zorê û sîstematîk têye bi rêve birin, mînakên wê jî pirin, ji wan jî (koçberkirina tirkiyê ji sedhezaran kurdan re ji bakurê kurdistanê ber bi wîlayetên hundirîn ve ku di dirêjahiya dîroka tirkiyê de qewimîne weke di salên notî de zêdeyî 5000 gund li bakurê kurdistanê şewitand û valakirin, ku gelê kurd neçarî berdana ji ax û milkên xwe kiriye û li derdora bajarên mezin yên bakurê kurdistanê bi cî bûne an jî berê xwe dane istenbol û enqereyê. Her wiha dagerkirin û valakirina bajarên rojavayê kurdistanê( Efrîn di 2018  û girêsipî û serêkaniyê di 2019 de ) anku di koçberkirinê de vîna mirov, kom, netewan tê de tuneye û bi darê zorê û bi siyaseteke sîstematîk pêk tê. heger em vegerin li ser pirsa xwe di derbarê tiştê ku di rojavayê kurdistanê de dibe, gelo koçberiye an jî koçberkirine?bê guman emê herdûyan jî bibînin di milekî de koçberî heye û di milekî de jî koçberkirin heye, lê xala veşartî ewe ku koçberiya sereke di rojavayê kurdistanê de ne koçberiyeke xwezayî ye bi qasî ku koçberkirineke veşartiye di bin navê koçberiyê de ye !raste weke li  jorê me anîbûn ziman ku koçberî ji ber rewşên aborî, xwestekên kesayetî, rewşên siyasî û vîna kesayetan tê de heye lê belê di asta bilind de kocberiyeke sîstematîk têye meşandin û li dûv wê  rêvebergehên siyasî hene, di serî de istixbarata tirkiyê, şaneyên girêdayî hin partiyên siyasî yên di bin kurkê tirkiyê de siyasetê dikin ku amûrên madî, ragihandinî û him jî leşkerî pêk tînin ta ku rojavayê kurdistan vala bikin û ne ji ber xwe ve partiyên kurd yên girêdayî tirkiyê peyva rojava li şûna rojava herdem bikar anîne! Ev koçberkirina bi maskeya koçberiyê bi avakirina kampên penaberan li tirkiyê 2011û li başûrê kurdistanê di 2012 de destpê kiriye,  beriya ku tu kirîzeke an jî metirsiyeke cidî li rojavayê kurdistanê hebe teşwîqa koçberiyê hatiye kirin, û di pey re her dinava rojavayê kurdistanê de û ta roja îro 2023 ev siyaset berdewame, bê guman em sedemên aborî û ewlehîyê dûr naxin lê di bingehê de siyaseteke sîstematîk ji wan aliyan hatiye meşandin û berdewame.

Back to top button