ManşêtNûçe

KNK’ê û Şandeya Şengalê: Wê tu paymenên li ser Şengalê bêyî Êzdiyan neyê pejirandin

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê(KNK’ê) û şandeyeke Şengalê li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku tifaqa dawî ya navbera Hewlêr û Bexdayê nayê qebûlkirin.

Li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê şandeya KNK’ê û şandeyeke Şengalê civiyan û aloziya dawî ya li Şengalê nîqaş kir û raghandin ku wê tu paymenên li ser Şengalê bêyî Êzdiyan neyê pejirandin, her wiha cîgerê hevserokatiya Meclisa Xwerêberiya Şengalê diyar kir ku dixwazin fermaneke din bi navê yasayê li dijî Êzdiyan pêk bînin.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs diyar kir ku tifaqa navbera Hewlêr û Bexdayê ya ser Şengalê li dijî vîna Êzidiyan e û ev tifaq nayê qebûlkirin.

Ehmed Qeremûs diyar kir ku Şengalî jî, xwe di vê tifaqê de nabînin ji bo wê jê nerazî ne.

Her wiha Şandeya Şengalê jî destnîşan kir ku tifaqa navbera Hewlêr û Bexdayê fermaneke nû derheqê Êzidiyan e, lê bi navê qanûnê pêk tê her wiha şandeya şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir ku li gorî qanûnên di destûra xwe tevbigere û Rêveberiya Xweser ya Şengalê nas bike.

Daxwaz li Kurdên herçar aliyên Kurdistanê jî hat kirin ku dakevin qadan û piştgiriya xwe bi Şengaliyan re nîşan bidin.

Back to top button