ManşêtNûçe

KNK: Amadebûna xelkê ya li kolanan asta bilind a gelê azadîxwaz e 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî‘ nîşaneya neteweya azad e.“

KNK’ê anî ziman ku serhildana girseyî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketiye qonaxeke nû ya rû bi rû bûna bi rejîma totalîter û dîktator a Komara Îslamî ya Îranê re û wiha pê de çû: “Pêvajoya azadîxwaziya gelê me û têkoşîna demokratîk û israra ji bo bidestxistina mafên xwe û bicihanîna daxwazên biryardariya xwe nîşan dide. Amadebûna xelkê ya li kolanan asta bilind a şoreşê û îradeya xurt a gelê azadîxwaz e.“

KNK’ê diyar kir ku dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî ” sembola neteweya azad e û wiha tê gotin: “Dengvedana vê dirûşmê li Îran û hemû Cîhanê, em Kurd û Kurdistanî kirine navendeke ji wateyên têkoşîna neteweyên azadîxwaz ji bo xebateke serdemê xurt kirine. Li aliyê din, krîz û pirsgirêkên dewleta Îranê li nav xwe û derve, şert û mercên guncaw peyda kirine ku hem Kurd bi xwe û hem jî hemû gelên Îranê bikarin xwe ji vê rejîma zordar û totalîter rizgar bikin.

Em weke KNK’ê di wê baweriyê de ne, divê Kurd ji van geşedan û guhertinên li Rojhilata Navîn bi giştî sûdê werbigirin û bi taybetî jî welatên ku Kurdistan dagir kirine, li ber guherînê ne. Ji bo vê jî Yekitiya Neteweyî ya Kurd pêwîstiyeke jiyanî ye. Divê hêzên cuda yên yekîtiya neteweyî bên bihêzkirin û hemû hêz, nêrîn û armancên hevpar bi hev ve bêne girêdan.“

KNK’ê, Jîna Emînî û kesên di serhildana dawîn de şehîd bûne bi bîr anîn û got: “Em sersaxiyê ji gelê Kurd û malbatên şehîdan û ji bîrîndaran re şifayê dixwazin.

Her wiha kiryarên şovenîst ên dewleta Îranê bi tundî şermezar dikin û bang li xelkê azadîxwaz û demokrasîxwaz ê Kurdistan û Îranê dikin ku li ser armanc û xebata xwe ya rewa berdewam bin û rê li ber komkujiyên dewletê bigirin.”

ANHA

Back to top button