ManşêtNûçe

Klubek Almanî a Futbolê piştgiriya xwe bi şoreşa Rojava li dijî faşîzma Tirk raghand

Alîgirên klubek Almanî piştgiriya xwe dan gelê kurd li Rojava, û rawestandina xwe li dijî faşîzma Erdogan raghandin.

Di der barê malpera fermî ya kluba futbolê (ST.Pauli) ya Almanî.

Naveroka raghandinê wiha ye

Di sala borî de rêveberiya kluba me di nava mewsimê lîsikê de lîsikvanê me yê Tirk( Genk Sahin) ceza kir û piştre ew ji klubê desrxist bi sedema îfade kirina wî li ser medeyaya civakê bi piştgiriya wî ji êrîşa artêşa Tirk û Erdogan li ser kurdan li Rojava, piştre jî peymana di navbera wan hat bi dawî kirin.

Bi rastî çawa xeyal dikin ku lîsikvanek di kluba (ST.Pauli) karibe piştgiriya Erdogan û Îmbryaliya Tirkiya bike?

Çawa em karibin xeyal bikin ku yek ji lîsikvanên me piştiriya faşîzimê dike? Dema ku em li dijî faşîzmê û Îmbryaliyê disekinin.

Ji bo famkirina tiştê ku çêbû divê em vegerin rewûa li Kurdistana Sûriya û tiştê ku lê çêdibû ji sala 2012’an ve.

Di salên 2011 û 2012 şoreşek rastîn li Rojava an Kurdistana Sûriya, û bi şerê navxweyî li Sûriya kurdan sîstemek bi navê Rêveberiya Xweser avakirin, û parastina wê kirin bi hêzên xwe Yekîniyên Parastina Gel(YPG), û herêm bi awayekî demokratîk hat birêvebirin, ku li wir siyaseta Îlmanî heye li ser esasê pernesîbên demokratîkê, û ew awayeke ji awayên Îştrakiya demokratîk ya ku li ser bingeha wekheviya di navbera herdu zayendî û îkolojîk e.  Ji ber vê yekê em fam dikin çima DAIŞ’ê(di der barê şerê Kobanê sala 2014) û Îslamiyên tund bi rêveberiya Erdogan li Tirkiya( li Efrîn 2018) şerek bêyî rehme pêk anî li dijî gelekî ji bo azadî û avakirina sîstemek Îştrakî û demokratîk şer dike.

Kurd li Sûriya şoreşek rastîn bi rêve dibin bi mecalisên gelêrî herêmî ya ku çavkaniyên çandiniyê û enerjiyê bi awayekî serbixwe û hevkariyê bi rêve dibin, û di yekîniyên şer de jin û mêr di astekê de ne, di refên Yekîniyên Prastina gel 60 hezar mêr û jin hene û karê wan parastina şoreşê ye.

Ji her kesî ku dixwaze avakirina cîhanek nû bêhtir wekhev û li dijî zayendî, ku tiştê ku li Rojava çêdibe ew mînake, ew e hewildaneke şoreşgerî rastîne di sedsala 21’an de.

Alîgirên kluba(ST.Pauli) ne çewtin, ew xwedî heman ramanê ku gelê Rojava parastina wê dikin.

Hun tenê hewce ne ku li dora taxa ST.Pauli bigerin ji bo li dîwarên mezin binêrin ku Yekînyên Parastina Gel silav dikin, û ala ku Yekînyên Parastina Gel bi berdewamî li xwepêşandanan li Hamburg an li kluba me hildaye.

Alîgirên(ST.Pauli) yên dilsozin di dijmnahiya faşîzmî û zayendperestî û dijmnahiya Îmbryaliyê, piştgiriya gelên têkoşer dikin weke rewşa li van herêman ji cîhanê.

Back to top button