ManşêtNûçe

Kîno Gabriyêl: Em hewl didin ku bibin hêzeke fermî û aktîfkirî

Duh civîna yekemîn a salane ya fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Di civînê de Meclisa Giştî ya QSD`ê ji nû ve hate sazkirin.

Li gorî ajansa ANHA yê Têkildarî karê Meclisa Giştî û armancên QSD`ê di pêvajoya bê de, Kîno Gabriyêl axivî.

Kîno Gabriyêl wiha got: “Ev civîna yekemîn a salane ji meclisên leşkerî ya QSD`ê re hate lidarxistin, da ku kar di sazûmaniya rêxistinî ya nû ya QSD`ê de dewam bikin ku bi rêya wê em armanc dikin ku bikin hêzeke fermî û aktîfkirî.”

Kîno Gabriyêl xuya kir ku ev kar çend meh e dest pê kiriye û bi awayekî berfirehtir ev çend sal e pêk tê, bi rêya avakirina meclisên leşkerî ku di rizgarkirina herêmên cuda ji terora DAIŞ`ê de û paşê li herêmên Bakurê Sûriyê cih girt.”

Berdevkê fermî yê QSD`ê wiha domand: “Bi vê civînê dê bi giştî karê meclisê dê bê zelalkirin û dê desteka wê bê kirin ku bi rêya wê di desteka QSD`ê de bê kirin û amadekariya li dijî êrîşan û gefên li ser herêmê bike.”

‘Gefên heyî mijareke sereke ne’

Gabriyêl axaftina xwe wiha pê de bir: “Dozên cuda dikevin vê çarçoveyê, di nav de soza herêma ewle û mekanîzmaya pêkanîna wê, her wiha operasyonên li dijî şaneyên veşartî, çi DAIŞ be çi hêzên din ên herêmê û navdewletî bin. Bi giştî gefên heyî mijareke sereke ne di vê pêvajoyê de ku divê em bi awayekî baştir pê ve mijûl bibin.”

Kîno Gabriyêl wiha domand: “Meclis ji Hêzên Sûriya Demokratîk ne parçeyek e. Ev meclis beşek ji sazûmaniya rêxistinî ya Hêzên Sûriya Demokratîk e ya ku hemû rêxistin û meclisên leşkerî di nav xwe de digire  yên ku di demên dawîn de li herêmên cuda hatin avakirin.”

‘Meclisa Giştî ya QSD’ê dê stratejiya giştî diyar bike’

Têkildarî erkên meclisê Kîno Gabriyêl ev tişt anî ziman: “Danîna bernameya salane û stratejiyên giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk li gorî pêvajoya heyî erê me ye. Hêzên Sûriya Demokratîk dê li gorî daneyan pêkanîna vê bernameyê bişopîne.”

Kîno Gabriyêl bal kişand ser stratejiya wan a heyî ya şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê û wiha domand: “Operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û desteka Koalîsyona Navdewletî bê navber berdewam in da ku karibin serkeftinên diyar bi dest bixin, wekî girtina bi dehan şaneyan û têkbirina bi dehan çalakiyên wan ên terorîst ên ku çeteyên DAIŞ‘ê dixwest pêk bînin.”

‘Belavbûna hêzên me li gelek eniyan, bandorê li çalakiyên me yên li dijî çeteyan dike’

Berdevkê QSD‘ê îşaret bi gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir û wiha lê zêde kir: “Gelek dewletên herêmê  gefan li herêmên dixwin, ev yek bandoreke neyînî li rêveçûna çalakiyên me yên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê dike û derfet dide van şaneyan ku tev bigerin, ji ber gefan hêzên me li gelek eniyan belav bûne, ev jî bandoreke nebaş li şerê me yê li dijî DAIŞ‘ê dike.”

ANHA

Back to top button